Li Cizîrê êrîşe çekdarî; 2 efser mirin û 2 efser jî birîndar bûn
Li navçeya Cizîrê li dijî efserên artêşa Tirk bi çekên lûledirêj êrîşek pêk hat û di encam de 2 efser hatine kuştin. Yek jê giran, 2 leşker jî birîndar bûn.
Li navçeya Cizîrê ya ser bi bajarê Şirnexê, li ser rêya Nisêbînê, di dema temîrkirina otomobîla leşkerî de, kesên çekdar bi çekên lûledirêj êrîş kirin ser leşkerên artêşa Tirkiyê.
Hate gotin ku leşkeran jî bersiv daye êrîşê û pevçûnek dijwar pêk hatiye. Di encama pevçûnê de 2 efserên pispor ên bi navê Arif Bayraktutar û Mehmet Burak Demirci li cihê bûyerê hatin kuştin. Yek jê giran 2 efserên din jî birîndar bûne.
Herwiha hate gotin ku kesên êrîş pêk anîne ji taxa Cûdî hatine û rûyê wan jî girtî bûye. Piştî êrîşê hêzên ewlekariyê li navçeyê operayon dane destpêkirin û dikan jî hatine daxistin.
Basnews
