• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniya peyvdarê hikûmetê li dor hebûna leşkerê Tirkiyeyê li Mûsilê

Gulan Media December 5, 2015 Nûçe
Daxuyaniya peyvdarê hikûmetê li dor hebûna leşkerê Tirkiyeyê li Mûsilê
Li dor hebûna bingehekî arteşa Tirkiyeyê li nêzîkî bajarê Mûsilê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje:

Di çarçoveya hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê de, di dawiya sala borî da welatê Tirkiyeyê li Soran û li Qelaçolan du bingehên meşiq û rahînanê yên taybet bi pêşmergeyê Kurdidtanê vekiribûn û di heman demê jî de bingehekî din jî ji bo meşiq û rahînanê bi hêzên din yên Îraqê li Mûsilê vekiribû û di warê leşkerî de alîkarî dike.

Bi armanca berfirehkirina bingehê meşiq û r ahînanê yê li nêzîkî bajarê Mûsilê, hikûmeta Tirkiyeyê, di van rojan de,hindek pispor û alavên pêwîst gihanidne wî bingehî.

Sefîn Dizeyî
peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanî
05.12.2015

Top