• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê mafê hemû pêkhateyên Sûriyê were parastin

Gulan Media December 5, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê mafê hemû pêkhateyên Sûriyê were parastin

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragehand ku divê hemû pêkhateyên gerentiyê li paşeroja xwe bikin.

Îro 5 Kanûnê Şêwirmendê Encumena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Serokê Hevpeymanî ya Sûriyê Xalid Xuce û şanda ligel wî ku ji heryek ji Endamê Desteya Siyasî Ebdulehed Sitêfo û Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ebdulbast Seyda pêhhatibû kir.

Destpêkê Serokê Şanda Mêvan, behsa kar û çalakiyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê, civîna fireh ya bê li paytexta Erebistana Siûdiyê bajarê Riyad û rewşa hêzên çekdarên opozisyona Sûriyê hate kirin.

Piştre behsa qonaxa veguhêz li Sûriyê û paşeroja Sûriyê û bidestxistina mafê hemû pêkhateyên Sûriyê hate kirin.

Beramberî Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, Herêma Kurdistanê piştevaniya bidesxistina demokratî, aştî, û mafê pêkhateyên Sûriyê dike û got: “Pêwîste, Gerentiyek hebe ku, li Sûriyê wê paşerojek geş bo hemû pêghateyan hebe û mafê wan parastî be.”

Di beşekî din de ji civînê, behsa şerê lidijî DAIŞê li Sûriyê û navçeyê hate kirin û hate tekez kirin ku, divê şerê DAIŞê bibe ji ewlewiyeta Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê, jiber şerê li dijî DAIŞê karekî girane û pêwîstî hevkariya hemû aliyane.

Basnews
Top