Serok Barzanî pêşwaziya şanda Hevpeymaniya Nîştîmaniya Sûriye kir
Li hevdîtinê de behsa hereşeyên terorê û rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Sûriye û Iraqê kirin û şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstan û azadkirina Şingalê nîşan da û rola Serok Barzanî li şerê terorê ji bo çareserbûna qeyrana Sûriye bilind nirxand. Li beşekî dinê kombûnê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û pêşhatên dawî û guhertinên herêmî û navdewletî û bandorê wan li ser paşaroja navçeyê û Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.
Her wiha li berdewamiya hevdîtinê de di derbarê paşaroja Sûriye û tehdîdên li ber çareseriyên qeyrana Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
