• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyamek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 5, 2015 Nûçe
Peyamek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Bi dawetekî fermî û pir li rêz ve ji aliyê Mîrnîşînê Yekgirtiya Erebî û Şahnişînê Erebî ya Sû'ûdî, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo bi hêztir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û van dû welatan û her wiha li navbera Iraq û pêkhatên wê li gel her dû welatên dost serdana her dû welatan kir. Di demên hevdîtin û serdanên Serok Barzanî da çendîn mijarên girîng hatin ber behs û guftûgoyan, li pêş van mijaran jî pirsa şerê dijî Da'îş û peywendiya aborî û dîplomasiya li navbera Iraqê bi giştî û Kurdistan bi taybetî li gel her dû welatan da, her wiha pirsa wan koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê nîştecîhin hatiye nirxandin.

Mixabin hejmarek ji dezgehên ragihandinê nûçeyên wiha hatine belav kirin ku qaşo Herêma Kurdistanê, yarmetiya darayî li Şahnişîna Erebî ya Sû'ûdiye bi dest ketiye, ji bo wê yekê dûpat dikîn ku li vê rewşê de û li vê dema ku pirsa koçberan pêwîstî bi yarmetî û palpiştiyekî zêde heye, ev nûçe ji rastiyê dûre û tu bingehekî xwe tûneye.

Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê, pêwîstî bi yarmetî û palpiştiya hemû welatên cîran û hevsû û dostan heye bi taybetî niha ku li şerekî gelek dijwar û qeyranekî kûr ya aborî daye. Ji bo wê yekê li serdana Serok Barzanî ya her dû welatan da ev pirs gelek bi rûnî tekez li ser hatiye kirin û metirsiyên wê bi awayeke eşkere xistine rû.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
5ê Kanûna Yekema 2015ê Zayînî
Top