Hevkariyên pêşmerge Kobanê rizgar kir
Partiya sosiyal demokrat ya Almanî dibêje hevkariyên pêşmerge bûn sedema rizgar kirina Kobanê.
Duh parlementoya Almanyayê bo giftûgo kirin derbarê biryara hikûmetê de ya li dor şandina hêzên Almanî bo şerê dijî DIŞIê li Sûriyayê de civiya.
Di civîna han de Serokê partiya sosiyal demokrat a Almanî peyvek pêşkêş kir û got: Berfire kirina operasiyonên heyî li dijî DIŞIê gelek girîng û lazime û nehewceye di vê warî de dem û dewran werin derbaskirin jiber ku gelên cîhanê di bin metirsiya terorîstan dene.
Serokê partiya sosiyal demokrat di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa qehremanî û jêhatîbûna hêzên pêşmerge li dijî DIŞIê kir û ragehand ku hêzên pêşmerge hevkariya Kobanê kirin û Kobanê ji destê DIŞIê rizgar kirin û pişt re jî hêzên pêşmerge Şingal jî ji destê terorîstan azad kir.
