Kurdistan pêşwazî li hatina hêzên amerîkî dike
Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Ashton Carter ragihand ku, bo pêşkêşkirina alîkariyan bo hêzên ku li ser erdê şerê DAIŞê dikin û pêkanîna operasyonên taybet, ewê hêzeke taybet bişînin Iraq û Sûriyê.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî zû ew biryara Amerîka red kir û got ku, pêwîstiya Iraqê bi hêzeke biyanî tune ye.
Lê kurd berevajî Hikûmeta Iraqê, pêşwazî li her pêngavekê dikin ku bo jinavbirina DAIŞê be.
Amerîka niha mijûlî avakirin û rêkxistina 2 tabûrên (lîwa) Pêşmerge ye, ku dê wan mîna hêzên amerîkî amade bike. Amerîka hem dê wan perwerde bike û hem jî wan biçek bike.
Li gorî agahiyên Rûdawê, biryar e di demeke nêzîk de ew çek bigihên wan herdu tabûran û di nava 8 hefteyan de perwerdeya wan çekan bê dayîn û piştre wan çekan bibin eniyên şer.
Fermandarê yek ji wan tabûran behsa bandora avakirina wê hêzê dike û dibêje, jibilî faydeya leşkerî, ew hêz xwedî bandoreke siyasî pir mezin e.
Her yek ji wan tabûran 2 hezar û 200 Pêşmerge li xwe digire. Dê hemû çek û pêdviyên leşkerî ji Amerîka werbigirin. Ev cara yekê ye ku, Amerîka wisa alîkariyê dide artêşeke navçeyê.
Rudaw
