• Thursday, 19 February 2026
logo

John Kerry: DAIŞ bi êrîşên ezmanî têknaşkê

Gulan Media December 4, 2015 Nûçe
John Kerry: DAIŞ bi êrîşên ezmanî têknaşkê

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragehan, DAIŞê bi êrîşên ezmanî tenê nayê têkşikandin.

Di cvîna Rêxistina Asayiş û Hevkariya Ewropa de, li bajarê Bêlgiradê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got: “Divê hêzên zemînî jî şer li dijî çekdarên DAIŞê bikin, heger na, bi tenê êrîşên ezmanî nikarin DAIŞê têkbişkînin.”

Derbarê wê hêza ku Amerîka behsa wê dike John Kerry got: “Pêwîste ew hêz hêzên Sûrî û Erebî bin, merc nîne ku hêzên welatê Ewropa bin.”

Di 30 Mijdara borî de Amerîka ragehandibû ku, ew dê 50 serbazên taybet bo alîkariya şerê li dijî DAIŞê bişînin welatê Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry amaje bi wê yekê jî kir: “Bi destpêkirina qonaxa demkî û veguhêz li Sûriyê, dawî bi çekdarên DAIŞê tê.”

Basnews
Top