• Thursday, 19 February 2026
logo

Şîna îmam Husên - Milyonek kurdên şîe li Kerbelayê kom bûne!

Gulan Media December 3, 2015 Nûçe
Şîna îmam Husên - Milyonek kurdên şîe li Kerbelayê kom bûne!
Bi milyonan şîe ji seranserî cîhanê çûne bajarê Kerbela yê Iraqê ji bo şîna kurê îmam Elî, îmam Husên. Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, di nav wan de zêdetirî milyonek kurdên şîe jî hene.

Îro (3ê Kanûnê) û 20ê meha Sefer a qemerî, çilemên roja kuştina îmam Husên e ku di nav şîeyan de wek “Erbeîn” tê gotin. Bi vê helkeftê bi milyonan şîe ji seranserî cîhanê çûne bajarê Kerbela yê Iraqê û şîna wî digirin. Qebra îmam Husên li Kerbelayê ye.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerbelayê, Neberd Husên ragihand, derdora 27 milyon şîe ji 60 welatên cîhanê li vir kom bûne û şîna îmam Husên digirin.

Neberd Husên her wiha ragihand, di nan wan de kurdên şîe yên Rojhilatî û Başûrî jî hene ku tê texmînkirin derdora yek mîlyon kes bin.

Li gorî Peyamnêrê Rûdawê, dahat û sûda Erbeînê bi milyaran dînar e.

Herî zêde ji Îranê şîe çûne Kerbelayê, çimkî li gorî ku rayedarên îranî dibêjin, derdora 3 milyon şîe ji wî welatî çûne Kerbelayê.

Tê gotin ku bi hezaran şîeyên îranî bêyî vîze û destûr derbasî Iraqê bûne.

Rudaw
Top