• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Şingalê teqîn- Hejmarek Pêşmerge şehîd in

Gulan Media December 3, 2015 Nûçe
Li Şingalê teqîn- Hejmarek Pêşmerge şehîd in
Di encama teqîna xaniyekî bombekirî li gundekî Şingalê, 7 Pêşmerge şehîd bûne.

Duh danê êvarê li gundê Cîdara yê rojavayê Şingalê, ku 25 km dûrî navenda bajêr e, xaniyeke bombekirî bi ser hejmarek Pêşmerge de teqiya û li gorî agahiyan 7 kes ji wan şehîd ketine, herwiha pêşmergeyek jî birîndar e.

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ew nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand: “Xaniyeke bombekirî li gundê Cîdara teqiya û di encamê de 7 Pêşmerge şehîd ketin. Di operasyona girtina Şingalê de hiqase Pêşmerge şehîd neketin.”

13 Mijdarê Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî di operasyonekê de di nava 48 saetan de, Şingal bi temamî kontrol kirin.

Mehma Xelîl tekez kir ku, gundê Cîdara ji wê demê de di bin destê Pêşmerge de ye.

Xelîl behsa wê pirsgirêkê kir ku, hejmara tîmên pûçkirina bombe û mayînan li Şingalê kêm e û ew yek sedema vê teqînê ye.

Rudaw
Top