Ocalan: Cîhan xwe ji dewleta kurdî re amade dike
Siyasetmedar Osman Ocalan ragihand ku, li welatê Erebistana Siûdî wek serokê welatekî pêşkeftî pêşwazî li Serok Barzanî hat kirin. Ji ber ku welatên Rojhilata Navîn û cîhanê xwe ji dewleta kurdî re amade dikin.
Lewma pir pêwîst e jî ku kurd li nava Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên navxwe bidin aliyekî û hemû alî dest bidin destê hev û pişta Serokê Herêma Kurdistanê bigirin.
Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek ku em dizanin Rojhilata Navîn mijûlî danîna nexşeyekî nû ye, hemû welatên cîhanê jî dizanin ku Herêma Kurdistanê jî dê li ber wan guhertnan bikeve û amadekariyê ji ragihandina dewleta kurdî re dikin. Di vê serdana Serok Barzanî bo welatên Kendavên de bi taybetî bo welatê Erebistana Siûdî ku bi awayekî germ pêşwazî li wî hat kirin, ku ew welat xwe ji dewleta kurdî re amade dikin, herwiha di vê serdanê wek serokê welatekî pêşkeftî pêşwazî li Barzanî hat kirin.”
Ocalan wiha got: “Şerê DAIŞê û serkeftina li ser terorîstan rê xweşkir ku kurd pêngavekê ber bi dewletûnê.”
Basnews
