• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Sûrê derketina derve hat qedexekirin

Gulan Media December 3, 2015 Nûçe
Li Sûrê derketina derve hat qedexekirin

Duh danê sibê ji saet 05.00 ve derketina derve li Sûra Amedê hat qedexekirin.

Qayîmeqamtiya Sûrê derheqê vê yekê de daxuyaniyek da û ragihand, derketina derve ji bo “nehîştina çalakiyên terorê, parastina mal û canê welatiyan û dabînkirina aramiyê” tê qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeya han tenê ji bo 6 taxên Sûrê ye û ew rewş heta fermanek din dê bidome.

Heta niha gellek caran li navçeya Sûrê derketina derve hatiye qedexekirin û di navbera hêzên Tirk û şervanên YDG-Hê de şer derketiye. Ji ber şer, mal û avahiyên welatiyan ziyanek mezin dîtiye, gellek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

Herî dawî, piştî terorkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, derketina derve li Sûrê hatibû qedexekirin.
Tahir Elçî, roja 28ê Mijdara îsal, dema li navçeya Sûrê li ber minareya 4 stûn daxuyanî dida, hat terorkirin.
Top