Wî jî mîna Pûtîn kir: Tirkiye ji ber petrolê pişta DAIŞê digire!
Hevrikiya namzedên partiyên Komarî û Demokrat ên Amerîka ji bo hilbijartinên serokatiya wî welatî didome.
Yek ji wan namzedan, ku tê gotin şansekî mezin ji bo namzediya Komariyan heye, bi navê Donald Trump li ser siyaseta Tirkiyê li hember DAIŞê axivî û got, Tirkiye pişta DAIŞê digire, vê yekê jî ji ber xatirê petrolê dike.
Piştî ku balafira şer a Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve hat xistin, pêwendiyên Enqere û Mosko aloz bûn.
Rayedarên Rûsya bi taybet Serokê wî welatî Vlademîr Pûtîn piştî wê bûyerê eşkere dibêjin, Tirkiyê ji ber ku Rûsya li DAIŞê nede, ew balafir xist, çimkî Tirkiye pişta DAIŞê digire û petrolê jê dikirre.
Rayedarên Tirk jî vê yekê red dikin. Herî dawî Serokomarê Tirkiyê gotibû, eger Pûtîn îsbat bike Tirkiye petrola DAIŞê dikirre ezê dest ji serokomartiyê berdim.
Rudaw
