• Thursday, 19 February 2026
logo

Kawa Hewramî: Em nahêlin tiştê li Keleşîn rûda dûbare bibe

Gulan Media December 2, 2015 Nûçe
Kawa Hewramî: Em nahêlin tiştê li Keleşîn rûda dûbare bibe

Endamekî Komîta Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), amaje bi hebûna Gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li Hewramna dike û dibêje: “Ev cihê ku PKKê li cîgirr bûye, cihê me ye û em dest jê bernadin.”

Endamê Komîta Navendî yê HDKê Kawa Behramî ji BasNews re ragehand: “Em nizanin kê alkariya PKKê kiriye jibo bighên sînorê Hawar û Hewraman, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vî alî wê deverê diparêze û Îran jî ji aliyê din, heger ev herdu alî rêgê bi wan nedin ew çawa gihan vê deverê? Ew ne ji Şingalê û ne jî ji Qendîlê dikarin bighên vir, heger herdu alî rêge bi PKKê nedin ew nikarin bighên vê deverê.”

Herwiha got: “Heta şerê Helbce jî ew dever di bin destê me debû û xelkên me li wirin, lê jibo ku em aloziyan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çênekin me ew dever bicî hişt. Ew cihê niha PKKê lêye heta şerê Helebce jî cihê baregehên me bû.”

Kawa Behramî got jî: “Em nahêlin wek navçeya Kêleşînê li me bê, xelkên me lê şehîd bikevin, kes nikare rêgiriyê li me bike, niha li Keleşên û Qendîlê jî hêza me heye, em bê deng jî namînin beramberî her hêzekê bixwaze destdirêjiyê li ser me bike.”

Basnews
Top