• Thursday, 19 February 2026
logo

“Hevdîtinên dewleta Tirk û Ocalan didomin!”

Gulan Media December 2, 2015 Nûçe
“Hevdîtinên dewleta Tirk û Ocalan didomin!”
Siyasetmedarê kurd û parlamenterê Amedê yê AKPê Galîp Ensarîoglu eşkere kir ku hevdîtinên dewlet bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re didomin. Ensarîoglu her wiha got, mercê dewletê ji bo destpêkirina “pêvajoya çareseriyê”, derketina hêzên PKKê ji nav Tirkiyê ye.

Parlamenterê AKPê yê Amedê Galîp Ensarîoglu, ji BBC re gotiye, hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re didomin û diyar kiriye, heta niha jî “tifaqa Dolmabahçeyê” ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin.

Galîp Ensarîoglu di bersiva vê pirsê de “ma serokomar Erdogan gotibû ti tifaqek tine, tu vê çawa dinirxînî?” jî got, serokomar nêrînên xwe eşkere dibêje û li ber çavên medyayê tîne ziman. Lê di heman demê de wî ev pêvajo daye destpêkirin. Hikûmetê ti carî dest ji tifaqa Dolmabahçeyê bernedaye. Jixwe rayedarên hikûmetê piştî gotinên serokomar gotin ku pêvajo ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin.

Wî parlamenterê kurd ê Tirkiyê derheqê çawaniya destpêkirina pêvajoyê de jî got, eger hêzên PKKê li nav Tirkiyê de bimînin, şer bidome û li nav bajaran xendek bên kolandin û alozî bidome destpêkirina pêvajoyê dê zehmet bibe. Ensarîoglu wiha pêde çû:

“Divê PKK hêzên xwe ji nav Tirkiyê derxîne û vê yekê jî bi eşkere nîşan bide. Ti kes nabêje bila dest ji çekan berdin yan jî xwe hilweşînin tenê bila îradeya wê nîşan bidin ku êdî li nav Tirkiyê de nemînin, xendek neyên kolandin û rêveberiyên xweser jî neyên ragihandin…”

Parlamenterê Amedê yê AKPê her wiha ragihand ku ti carî hevdîtinên navbera dewletê û Ocalan nehatine sekinandin û got, a niha jî hevdîtin hene. Lê dema ev hevdîtin gihîştin wê astê ku bi kêr bên wê çaxê dê bi aliyên cuda re jî hevdîtin were kirin.

Li gorî wî parlamenterê kurd, dewlet dixwaze pozîsyona “bihêz” a Ocalan biparêze çimkî eger her tim li pêş çavên medyayê be wê demê ti giraniyeke wî namîne.

Rudaw
Top