• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Mîrnişînê Duyemê Şahnişîna Sû'ûdiye civiya

Gulan Media December 2, 2015 Nûçe
Serok Barzanî li gel Mîrnişînê Duyemê Şahnişîna Sû'ûdiye civiya
Li dirêjahiya hevdîtin û civînên Serok Barzanî li gel berpirsên mezinên Şahnişîna Sû'ûdiye û li piştî kombûna Serok Barzanî û Şahê Sû'ûdiye, êvariya roja sêşemê 01.12.2015 li Koşka Paşayetiya bajarê Riyazê, Emîr Mihemed Bin Selman Bin Abdulezîz Mîrnişînê Duyem û Cîgirê Duyemê Serok Wezîr û Wezîrê Bergiriya Şahnişîna Sû'ûdiye pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Adil El Cubeyr Wezîrê Derve û Xalid Alhemîdan Serokê Dezgeha Hewalgiriya Giştî ya Şahnişîna Sû'ûdiye û hejmarek ji karbidestên bilindên wî welatî amadebûn, Mîrnişînê Duyemê Şahnişînê Sû'ûdiye gelek bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî ya Şahnişîna Sû'ûdiye nîşanda û pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serok Barzanî kir û rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna terorê û şikestdana terorîstan bilind nirxand. Her wiha tekez jî li ser raspardeya celaletê Şahê Sû'ûdiye kir berdewamî û berfirehtir kirina wan peywendiyên dîrokî ku li navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Sû'ûdiyê da heye.

Her li vê kombûnê da rewşa siyasî û emniya Iraqê û guhertinên dawî û pêşhatên herêmî û navdewletiyan û rûbirûbûna terorê li asta cîhanî û navçeyî de guftûgo kirin. Her wiha behsa wan babetan kirin ku cihê girîngiya her dû aliyane û guftûgo jî di derbarê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Sû'ûdiye kirin û her dû alî wê yekê dûpatkirin ku ev peywendî li berjewendiya gelên Iraq û li xizmeta asayîşa navçeyê û ji nav birina terorê da dibe.

Top