Barzanî li Riyazê ye.. Pêwendiyên wan çawa ne?
28ê Mijdarê Barzanî bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî ligel şandekê çû welatên Kendavê. Di serî de, çû Îmaratê û ligel berpirsên Ebudebî civiya.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di çarçêweya serdana fermî ya welatên Kendavê de duhî Barzanî û şande ligel wî gihîştin bajarê Riyaz û biryar e di vê serdanê de ligel berpirsên mezin ên Siûdiyê bicive.
Asta pêwendiyên Riyaz û Hewlêrê
Di navbera Erebistanê û Herêma Kurdistanê de pêwendiyeke taybet heye. Herwiha ji ber rola Herêma Kurdistanê û Barzanî li navçeyê, Barzanî li ser vexwendineke fermî ji Şahê wî welatî çû Siûdiyê.
Tevî ku heta ku heta niha Siûdiyê bi fermî konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê venekiriye, lê gelek caran berpirsên pilebilind ên wî welatî hatine Hewlêrê û amadekarî bo vekirina konsulxaneyê kirine.
Berpirsên Riyazê gelek caran di daxuyaniyê xwe de pesnê rola Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de didin.
Barzanî dema ku destpêka îsal pêşwazî li berpirsên mezin ên Siûdiyê kir, ragihand ku vekirina konsolxaneya Erebistanê li Herêma Kurdistanê pêngaveke pir girîng e. Herwiha veberhênerên wî welatî han dan bo kar li Kurdistanê.
Pêwendiyên herdu aliyan bi awayekî mezin pêşketî ne, ku heta di dezgehên ragihandinê de behsa wan tê kirin ku, cara yekê dema Hewlêrê petrola xwe bi rêya tankeran firot, Siûdiyê ew petrol kirî, ku ev yek bi pêngaveke pir girîng bo alîkariya Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Herêma Kurdistanê, Erebistana Siûdî wek welatekî girîng li navçeyê û cîhana îslamî û erebî dibîne. Di wê baweriyê de ye ku bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan bandore dike ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên erebî.
Rudaw
