Demirtaş: Tahîr Elçî bi guleya polîsan hate kuştin
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê kuştina Tahir Elçî de got: ‘’Ji bo me ev yek zelal e ku wê gavê li wir tenê polîsan teqe kiriye. Bi teqez e ku guleya Tahîr Elçî kuşt yê çekê polîsan e.’’
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş li navenda giştî yê HDPê bersiv da pirsên rojnamevanan. Demirtaş derbarê qetilkirina Tahîr Elçî de got: ‘’Heger fîşeka ku Elçî kuşt bihata peydakirin wê zûtir kiryar aşkere biba. Lê ji bo me ev yek zelal e ku wê gavê li wir tenê polîsan teqe kiriye. Bi teqez e ku guleya Tahîr Elçî kuşt yê çekê polîsan e. Lê wê bi lêkolînek adîl diyar bibe ka jiber çi Elçî hate kuştin.’’
Demirtaş diyar kir ku dewlet hê jî wan sûcadar dike û herwiha rexne li hikûmeta Ak Partî jî kir. Demirtaş carek din jî got ku dewlet ne yê her kesê ye û ne dewleta Kurdî ye, Ak Partî jî di nava xelkê de dijminatiyê çîdike.
Basnews
