• Thursday, 19 February 2026
logo

Salvegera derxistina cihûyan ji Kurdistanê

Gulan Media December 1, 2015 Nûçe
Salvegera derxistina cihûyan ji Kurdistanê
Kurdên cihû yên Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê 70yemîn salvegera derxistina xwe ji Iraq û Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, lidar xistin.

Ev cara yekê ye ku ew merasîm tê lidarxistin û bo nîşandana dîroka xwe li Kurdistan û Iraqê, di vê merasîmê de pêşangeheke fotografî û destnivîsên taybet bi wan, pêşkêş kirin.

Şirovekarê karûbarê kurdan li Îsraîl, Zak Danyal ku di pêşangehê de amade ye, ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Ti demekê min li Kurdistanê tirs nedîtiye. Ez bawer im asayîşeke per jêhatî li Kurdistanê heye û civakek heye ku qîmetê her tişî dizane.”

Zak Danyal wiha got: “Hemû civak bi hev re li dijî tundiyê disekinin. Min wêne dîtine ku cihû serdana vir dikin. Hevalê min jî li vir bû û kumê taybet bi cihûyan li xwe dikir. Bi rastî tiştekî dodert e.”

Di vê merasîmê de, Herêma Kurdistanê wek derguşa pêkvejiyan dihat pêşandan û nûnerên piraniya pêkhate û olan tê de beşdar bûn. Wan jî hest bi wê êş û nexweşiyan dikir, ku ji destê hikûmetên berê yên Iraqê dîtibûn.

Kurdên cihû yên Kurdistan û Iraqê li Hewlêrê hatin komkirin û Hikûmeta Iraqê di çend qonaxan de, derxistin. Tevî ku beşek mezin ji şûnwarên wan bi temamî nemane, lê navê wan ji vir nayê jêbirin.

Li gorî amaran, 320 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn û niha jî nêzîkî 400 malbatên wan li Herêma Kurdistanê hene. Beriya demekê nûneratiya kurdên cihû li Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî hat vekirin.

Rudaw
Top