• Thursday, 19 February 2026
logo

Piştî 28 salan ji windabûnê, keçek vegeriya Kurdistanê

Gulan Media December 1, 2015 Nûçe
Piştî 28 salan ji windabûnê, keçek vegeriya Kurdistanê

Zarokeke din yê parêzgeha Helbce piştî 28 salan ji windabûnê li Îranê, vedgere Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyek Deriyê Sînorî yê Başmax, kopiyek bo BasNews hatiye şandin: roja 30 Mijdarê windayîyekî din ê bajarê Helbce vegeriya Kurdistanê.

Li gorî wê daxuyaniyê, Şaylî Huseynî ku ji temenê 1 salî li Îranê windabibû, piştî 28 salan ji windabûnê vegeriay Kurdistanê.

Şaylî yek ji zarokên ku di kareseta kîmyabarn kirina bajarê Helebce de di sala 1988 de windabibû, wê demê temenê wê 1 sal bû, ew ligel malabatek Îranî mezin bûye, li Kerc ku dikeve nêzîkî Teharanê.

Di daxuyaniyê de hatiye: “Bi serperştiya rêveberiya deriyê sînorî yê Başmax, Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarn kirina Helebce pêşwazî li wê keçê kir û ew gihandin bajarê Helebce.”

Li gorî amareyên Komleya Qurbaniyên Kîmyabaran kirina Helebce, 68 malbat çav li rêne ku 104 zarokên windabûyî ji serdema kîmyabaran kirina Helebce di 16 Avdara 1988 bêne dîtin.

Basnews
Top