• Thursday, 19 February 2026
logo

Şandek ji Kurdistanê beşdarê Konferansa Parastina Jîneh û Avûhewayê dike

Gulan Media November 30, 2015 Nûçe
Şandek ji Kurdistanê beşdarê Konferansa Parastina Jîneh û Avûhewayê dike

Konferansa Parastina Jîngeh û Guhertina Avûhewa ya Cîhanî li Parîsê dest pê dike û şandek ji Herêma Kurdistanê jî beşdarê konferansê dibe.

Îro 21emîn Konferansa Parastina Jîngeh û Guhertina Avûhewa ya Cîhanî li Parîsê dest pê dike û gelek serokomar û rayedarên payebilind ên 150 welatan beşdar dibin.

Biryare Konferansa COP21, 11 rojan berdewam bike û herwiha di civîna lûtkeyê ya Parîsê de dê serok û serkirde û siyasetmedarên 150 welatên cîhanê amade bibin û derbarê rewşa avûhewaya cîhanê û guhertinên di vê derbarê de gotûbêj bikin.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Bernard Cazeneuve ragihand ku bi tu awayekî rê nadin tu çalakiyeke tundûtîjî an her çalakiyek ku bibe sedema têkçûna rewşa ewlehiyê.

Şanda Kurdistanê jî beşdar dibe

Şandek ji Herêma Kurdistanê jî beşdarê konferansê dibe. Derbarê mijarê de Berdevkê Desteya Parastina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Loqman Şêrwanî bo BasNews ragehand ku di bin serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî de şandek ji herêmê jî diçe Parîsê.

Şêrwanî da zanîn ku şanda Kurdistanê raporek amadekiriye û daye konsolxaneyên welatan ên li Herêma Kurdistanê jî û di dosyayê de daxwaza alîkariyê bo komkirin û paqijkirina paşmayiyên kimyabaran ser Kurdan û yê şerê DAIŞê jî kiriye.

Basnews
Top