Pêşmerge: Av û elektrîka wan em didin lê ew pişta DAIŞê digirin!
Par havînê hêzên Pêşmerge karîn bendava Mûsilê, ku mezintirîn bendava Iraqê ye, ji destê DAIŞê derxînin. Ji wê demê ve heta niha beşek mezin ji ava û elektrîka bajarê Mûsilê ji wê bendavê tê dabînkirin.
Fermandeyekî pêşmergeyên Zêrevanî li gundê Dêrê yê nahiya Wankê ya Mûsilê bi navê muqedem Cemal ji Rûdawê re got, zêdetirî salekê ye em bendava Mûsilê û hinek gundên ereb ên vê deverê diparêzin.
Fermande Cemal da zanîn ku piraniya xizm û mirovên wan gundian li bajarê Mûsilê ne û got, em ava û elektrîkê didin wan lê ew li dijî alîkariya DAIŞê dikin.
Wî fermandeyê Pêşmerge behsa êrişên vê dawiyê yên DAIŞê li dijî çeperên Pêşmerge yên li Wankê kir û got, çend roj berê çekdarên DAIŞê bi alîkariya xelkê wan gundan êrişî me kirin û 6 pêşmerge şehîd kirin. Wan xiyanet li me kirin ji ber wê jî êdî baweriya me bi wan nayê.
Bendava Mûsilê, sala 1980ê hatiye çêkirin û di heyama 6 salan de xilas bûye. 50 km dûrî bajarê Mûsilê ye û mezintirîn bendava Iraqê ye. Bendava Mûsilê li ser çemê Dîcle hatiye çêkirin. Him ji bo çandiniyê him jî ji bo dabînkirina elektrîkê tê bikaranîn. Şiyana wê ya elektrîkê, 750 mêga wat e.
Bendava Mûsilê destpêka meha Tîrmeha par ket destê DAIŞê lê piştî çend rojan û roja 20ê heman mehê ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin.
Ti sûdeke elektrîka bendava Mûsilê ji Herêma Kurdistanê re tine ji ber ku sîstema wê û ya Kurdistanê ne mîna hev e.
Endazyarê elektrîkê Kemal Mehmûd li ser vê yekê ji Rûdawê re got, sîstema elektrîka Kurdistanê li gorî 132 KV hatiye danîn lê ya bendava Mûsilê li gorî 400 KV hatiye çêkirin.
Kemal Mehmûd da zanîn ku tenê 20 mêga wat elektrîka bendava Mûsilê diçe deverên Rebîe, Sinûnê û Şingalê re û got, jixwe em rojane 20 mêga wat didin wan deveran.
Rêveberê bendava Mûsilê Riyaz Izedîn jî behsa metirsiya şikestina bendavê ji Rûdawê re kir û got, dema bendav di destê DAIŞê de bû ziyanek mezin dît ji ber wê jî divê were pînekirin. Eger zû neyê çêkirin metirsiya şikestinê heye.
Riyaz Izedîn anî ziman ku haya amerîkiyan jî ji wê metirsiyê heye û got, amerîkî gellek caran serdana bendavê dikin û haya wan jî ji metirsiya hilweşiyana bendavê heye lê ji me re eşkere nabêjin.
Rêveberê bendava Mûsilê got, eger bendav hilweşe wê çaxê bajarê Mûsilê dê bikeve bin avê û herî kêm nîv milyon kes bixeniqin!
Rudaw
