• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê terorkirina Serokê Parêzerên Amedê şermezar kir

Gulan Media November 30, 2015 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê terorkirina Serokê Parêzerên Amedê şermezar kir
Roja şemî 28.11.2015 li bajarê Amedê çalakvanê Kurd Tahîr Elçî Serokê Sendîkaya Parêzerên Amed li Bakûrê Kurdistanê di dema li nava çalakiyeke medenî da ji aliyê çend çekdarekî nenas ve hate teror kirin.

Gelek bi tundî wê kidara nemirovane û terorkirina Tahîr Elçî şermezar dikîn û bi sedema wê rûdawa diltezîn serxweşiyê li malbat û kesukar û hemû hevalên Tahîr Elçî dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn. Daxwaz dikîn ku bi zûtirîn dem encamderên wê tawanê bêne peydakirin û radestî edaletê bêne kirin û bigihin sizayên xwe. Ev cûre kirdarên nemirovane jî bi tehdîd û hereşeyekî ciddî li ser aştiya civakî û bexteweriya xelkê dizanîn û pêwîste rê li dûbarebûna kirdarên bi vî awayî bê girtin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
30.11.2015


Top