Kurdên Şebek daxwaza alîkariyê ji Barzanî dikin
Kurdên Şebek daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî dikin ku navçeyên wan jî rizgar bike, da ku vegerin ser bi Herêma Kurdistanê ve.
Nûnerê Kurdên Şebek li Parlementoya Iraqê, Salim Şebekî îro, 29ê Mijdarê, bi rêya dezgehên medyayî daxwazek arasteyî Barzanî kir.
Salim Şebekî daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar li Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî kir ku, navçeyên wan li Deşta Neynewayê azad bike, da ku vegerin ser bi Herêma Kurdistanê ve.
Beriya niha li jêr fermana Barzanî, fewceke Pêşmerge ya taybet ji Kurdên Şebek hat pêkanîn. Ew fewc ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye û hejmara endamên wê 2 hezar kes e.
K24
