Mesrûr Barzanî: Jiber kuştina Elçî pir xembar im
Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî li malbat û xizmên Tahir Elçî dike.
Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser navnîşana xwe ya Twitterê peyamek weşand û xwenginiya xwe li hember qetilkirina Serokê Jûra Parêzerên Amedê Tahir Elçî anî ziman.
Barzanî got; ‘’Bi bihîstina rûdana qetilkirina Serokê Jûra Parêzerên Amedê Tahir Elçî pir xembar bûm.’’
Barzanî di peyama xwe de ragehand ku Elçî mirovek çalak ê parêzvanê mafê mirovan bû. Herwiha serxweşî li malbat û xizmên Elçî kir.
Roja 28’ê Mijdarê, li navçeya Sûr a Amedê, di dema daxuyaniyek rojnamevanî de, Serokê Jûra Parêzerên Amedê hate qetilkirin.
Basnews
