• Thursday, 19 February 2026
logo

YPGê gefa bersivdayînê li Tirkiyê xwar

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
YPGê gefa bersivdayînê li Tirkiyê xwar
Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku, eger êrişên Artêşa Tirkiyê li ser herêma Girê Spî bidomin, ewê mafê xwe yê parastinê bikar bînin.

Hêzên Tirkiyê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li hember herêma Girê Spî berdewam gule û topan davêjin aliyê Rojava. Carna bi saetan ew êriş didomin.

Derbarê wan êrişan, Fermandarê YPGê yê Eniya Girê Spî, Kajîn Kobanî ji malpereke PYDê re ragihand: “Artêşê Tirk êrişên xwe yên li ser çeperên me li Kantona Kobanî didomîne.”

Kajîn Kobanî diyar kir ku piştî kontrolkirina herêma Girê Spî Artêşa Tirk hêza xwe tevî çekên giran û tankan li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û bajarê Girê Spî de zêde kir.

Wî fermandarê YPGê wiha got: “Hêzên Tirkiyê bi awayekî fermî 24ê Cotmeha 2015an dest bi toprankirina çeperên me bi çekên giran kir û heta niha jî didomin. Leşkerên tirk bi çeka A4 devera Zeytûnê û gundê Til Findirê yên dikevin rojavayê Girê Sipî dike armanc. Herwiha bi çakên doçka û BKC depoyên genim ên Girê Spî yên li ser sînor gulebaran kirin. Dîsa gundê Yabisê yê 5 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî gulebaran kirin.”

Kajîn Kobanî wiha domand: “Dewleta Tirkiyê êrişên xwe yên li ser gundên herêmê bidomîne û sînorê xwe derbas bike, emê xwe biparêzin. Em ji her kesî re dibêjin emê bersiva wan bidin û mafê xwe yê rewa bikar bînin.”

Rudaw
Top