• Thursday, 19 February 2026
logo

Putin biryarên derbarê Tirkiyê de erê kir

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
Putin biryarên derbarê Tirkiyê de erê kir

Serokê Rûsyayê biryarên aborî û diplomatik ên li dijî Tirkiyê erê kir. Li gor van biryaran hinardeya gelek berhemên Tirkiyê tê astengkirin, hatin û çûna di navbera herdu welatan de tê kêmkirin.

Kremlînê bi daxuyaniyekê da zanîn ku Vladimir Putîn, biryarnameya derbarê Tirkiyê de erê kir. Li gor vê biryarnameyê hinardeya gelek berhemên Tirkiyê têne rawestandin, herwiha kompanyayên Rûsî jî êdî nikarin welatiyên Tirkiyê bigrin kar.

Ev biryar wê di serê salê û pêve bên pêka anîn.

Di daxuyaniyê de nehate gotin ka kîjan mal û berhemên tirkî hatineqedexekirin. Herwiha rêwîtiyên charter ên ji bo Tirkiyê tên rawestandin û ji kompanyayên geştiyariyê jî tê xwestin ku êdî rêwiyan nebin Tirkiyê û neynin.

Ji aliyê din ve, rêkeftina di navbera herdu aliyan de ya rakirina vîzeyan jî hate cemidandin.

Doh derbarê van biryaran de Serokomarê Tirkiyê gotibû, ‘’Rûsya bi agir dilîze.’’

Kremlînê jî bi daxuyaniyakê gotibû, ‘’Tirkiye bi anebûn me dikêşe nava aloziyê.’’


Basnews
Top