Rizgarkirina Şingalê, DAIŞ tûşî kirîza darayî kir!
Berpirsê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Îsmet Receb ji Rûdawê re got, rêxistina DAIŞê mûçeyê çekdarên xwe kêm kiriye. Niha her çekdarekî bi jin tenê 90 hezar dînarî distîne û yên din jî 60 hezarî werdigirin.
Îsmet Receb da zanîn ku beriya niha mûçeyê çekdarên DAIŞê 600 hezar dînar bû û got, lê êdî DAIŞ nikare mîna berê pere qezenc bike. Bi taybet piştî rizgarkirina Şingalê û girtina rêya navbera Mûsil û Reqayê ji aliyê Pêşmerge ve, DAIŞ di warê darayî de pir tengav bûye.
Li gorî agahiyên Rûdawê, çekdarên DAIŞê dest bi talankirina malên vala kirine û tiştên nav malan dibin lêva çemê Dîcle û li wir bi nirxeke pir erzan difroşin lê kêm kes wan tiştan dikirrin.
Rudaw
