BAŞÛR- Hêrsa penaberên Rojava li dijî PYDê zêde dibe
ENKS xwepêşandanên xwe li dijî kiryarên PYDê li kampên penaberên Rojava yên li Herêma Kurdistanê bi dawî kir û êdî ewê li bajaran xwepêşandanan bikin.
Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê ENKSê dest bi xwepêşandanên berfireh kiriye û xwepêşandanên wan bo nîşandana nerazîbûnê li hember biryara leşkeriya bi zorê, girtina siyasetmedar û xortan, ferzkirina îdolojiyê li ser xelkê û rêgirtin ji çalakiyên azad ên sazî û partiyan in.
Herwiha ENKSê li kampên penaberan jî xwepêşandan bo wê lidar xistin û xwepêşandanên xwe duhî li Kampa Fayidê ya parêzgeha Dihokê bi dawî anîn.
Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Behcet Beşîr ji Rûdawê re ragihand: “Emê êdî xwepêşandanan li bajarên Başûrê Kurdistanê lidar bixin.”
Ji aliyê xwe ve, Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Kawa Ezîzî ragihand: “Vekişandina Partiya Pêşverû ji ENKSê ti bandoreke xerab li ENKSê nake.”
Herwiha yek ji penaberan jî wiha got: “Em êdî qebûl nakin wek penaber li kolanên xelkê bijîn. Em kiryarên PYDê şermezar dikin û daxwaza yekrêziya kurdî dikin.”
Rudaw
