Erdogan telefona hevjîna Tahir Elçî kir
Duh danê nîvro li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di dema daxuyaniya rojnamevanî de rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Bi vê helkeftê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku ji bajarê Balikesîrê vedigeriya Stenbolê, bi telefonê bi hevjîna Elçî, Turkan Elçî re axivî û sersaxî da wê.
Li gorî medyaya Tirkiyê, Erdogan xemgîniya xwe li hember kuştina Tahir Elçî aniye ziman û gotiye, ew bi wê bûyerê pir êşiyaye.
Di bûyera duh de, 2 polîs jî hatibûn kuştin.
Rudaw
