• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojnameyên Tirkiyê – Pûtîn ji asmanan ve êriş dike PKK jî li erdê!

Gulan Media November 28, 2015 Nûçe
Rojnameyên Tirkiyê – Pûtîn ji asmanan ve êriş dike PKK jî li erdê!
Gelek rojname daxuyaniya Erdogan ya ji bo Rûsyayê " bi agir yarî neke" bikar anîne ji bo. Rayedarên siyasî ji Tirkiyê dibêjin, eger me bizaniya ew balafirr ya Rûs e me ew ne dianî xwarê. Rûsya dibêje, heta Tirkiye lêborînê nexwaze dê li gel wan ti hevdîtin pêk neyê Rojnameya Star bi îdîa amaje bi plansaziya Rûsya û PYDê kiriye li ser hêla Kobanê û Ezazê, rojnameya Gundemê jî li opersayonên li ser navçeyên bakûrê Kurdistanê cî daye rêçên DAIŞiyan ku tên bikar anîn.

STAR

-Pûtîn ji hewayê PKK jî ji bejê…
Rûsya ji hewa de li Ezazê dide ku harîkariya PYD bike da ko kantonên Efrîn û Kobanê bighîjin hev. Du roj in Rûsya bombe dibarîne bi ser kamyonên ku harîkariyê dikşînin ji hêzên muxalif re ji ser Ezazê. DAIŞ ji niha de alên xwe ji Cerablûsê dide hev ku PYD xwe tê de bi keys bike. Daxistina balafirrê xefik bû, Rûsya bi vê hincetê fuzeyên S-400 bêy danûstandin li herêmê bi cî dike.

-Davûdoglû; em pêwendiya xwe li gel Rûsya bi ti awayî ji dest nadin. Eger me bizaniya balafirr ya Rûs e, ev yek nediqewîmî. Ji bo aboriyê planên B û C dê bi kar bên. Eger ji gaza Rûsya kêşe peyda bibe, emê gaza Azerbaycan û ya Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bikşînin.

YENI ŞAFAK

-Bi agir yarîyan neke…
Erdogan; em naxwazin li gel Rûsya pêwendiyên me têk herin. alîgirê Pûtîn Ûşakov got ev hevdîtin dê pêk neyê.

VATAN

-Bi agir yarî nabe…
Erdogan; ez ji dil dibêjim me ne bi qest li balafirra Rûs da û em ji pişt ve xenceran li kesî nadin, ku pêwist be em rû bi rû diçin hev.

-Rûsya ji 1ê çilleyê de dê ji nû ve vîza deyne ber rêwiyên Tirk.

- 50 fermandeyên leşkerî yên Amerîkî ji ser Tirkiyê derbasî nav Sûrî bûn ku hêzên muxalif û yên Kurd perwerde bikin. Leşker li Hesekê û Kobanê bi cî bûn.

- Harîkariya Rûsya bi PYDê re. Balafirrên Rûs li Ezazê didin ku Efrîn û Kobanê bighîjin hev.

- Li Egeyê 6 zarokên penaber xeniqîn dîsa. Wezîrê karê derve yê Swêdê ku berê gotibû dê 190 hezar penaberî wergirin, dev ji vê biryarê berdan, dê wernegrin. Dema ev agahî ragihand, rondik ji çavên wî bariyan.

HABER TURK

-Rê li ber karesatekê hate girtin…
MÎTê li Hopayê 3 DAIŞî girtin, ji rapirsiya li ser wan li Entabê, 120 ton amonyum-nîtrat bi dest ket li gel êlekên ji bo mîlîtanên çalakiyên xwekuj.

- Anqara, eger Rûsya vê helwesta xwe bidomîne li hember geştyar û karsazên Tirk, dê Tirkiye jî dest bi astengbariyê bike, li hember yên Rûs. Dê kamyonên Rûs li ser sînoran bên rawestandin, kesên ku ji Rûsya bên dê li vîza û bilêtên vegera wan bê pirsîn.

CUMHURIYET
-Em komar in serî danaynin…
Bi hezaran kes li pêş rojnameya Cumhûriyetê kom bûn ku piştgiriya rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul bikin.

ZAMAN

Yekîtiya baroyan bertekeke tund nîşan da: Dadwerî di destê deshelatê de bûye ço.
Li aliyê din li ser rojnamevan Cengîz Çandar û Ertugrul Ozkok jî doz dê vebe.

- Qeyrana Rûsya di serî de li Antalya da. 150 hezar ton sebze û fêkî di ciyê xwe de man, li lengergeha Samsûnê 8 keştiyên bar bi 400 kamyonên barkirî rawestiyane.

TARAF

-Ragihandin got êdî bes e.
Girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul, ku li ser barê kamyonên MÎTê yên çekan nûçe çêkiribûn dema derbasî nav Sûrî dibûn, di nav ragihandinê bû sedemê pêla serhildanê.

GUNDEM

-Nasnameya DAIŞê?
Li Nisêbînê, li dibistaneke ku ji alî hêzên taybet ve dihat bikaranîn, nasnameyeke Ereb ji Sûrî bi dest ket bi navê Mahmûd Xelef. Berê jî bi ber guhan diket ku tîmên taybet di nav hev de bi erebî diaxixin. Li gor agahiyên bi dest ketî, Esedullah tîma DAIŞiyan e ku di nav hêzên taybet yên Tirk de hatine bicîkirin. Di operasyonên bi ser herêmên xweser de pêk tên, her ku diçe zêdetir aşkere dibe ku DAIŞî jî tên bi kar anîn.

- Îca dora Dêrika bi ser Mêrdînê ye. Qedexetiya derketina derve lê dest pê kir.

- Salih Muslim; Tirkiye bi xistina balafirra Rûs lingê xwe li maseya Vîyana da. Li Bayirbûcakê ne tenê Tirkman hene, jixwe zafê xelkê jê reviyane, yên li wir mayî El Nûsra û komên din yên radîkal in ku Tirkiye di esasê xwe de piştgiriya wan dike.

Rudaw
Top