Birca Îfêlê bi Ala Kurdistanê hat xemilandin!
Birca Îfêlê ya Parîsê, ku wek sembola Fransayê jî tê nasîn, bi Ala Kurdistanê hat xemilandin.
Di vîdyoyekê de ku li ser malpera civakî ya Facebookê hatiye belavkirin, tê dîtin ku birca Îfêlê, ku 300 metreyan dirêj e, bi rengên kes, sor, zer û spî hatiye xemilandin.
Li dora bircê komek kes jî kom bûne ku di nav wan de kurd jî hene û dibêjin, ev Ala Kurdistanê ye.
Heta niha bi fermî nehatiye zanîn ka ev çalakî bi çi helkeftekê hatiye kirin lê tê gotin ku wek jêstekê ji bo hêzên Pêşmerge hatiye kirin.
Rudaw
