Hikumeta nû ya Tirkiye û Proseya Çareseriyê
Di bernameya Hikûmeta 64emîn de navê “proseya çareserkirina meseleya” Kurdan hat guhertin. Di bernameyê de ji dêvla “proseya çareseriyê” gotina “vîna çareseriyê” hat bikaranîn. Pisporên siyasetê dibêjin, ji ber ku kes nizane bê wê prose çawa destpê bike loma ev têgeha nû hatiye bikaranîn.
Di bernameya hikûmetê de ku ji aliyê Serokwezîr Ahmet Davutoğlu ve hate xwendin tê gotin ku wê vîna çareseriyê berdewam bibe. Lê belê hê nayê zanîn ku wê meseleya Kurdan çawa çareser bibe.
Li gor nûçeya K24’ê, Pisposê siyasetê Tuncay Şur ku yek ji wan kesên derbarê prosesa çareseriyê de raporteke berfireh amade kiriye, rewşa Rojavayê Kurdistanê wekî astengekê li ber destpêkirina proseyê dibîne:
Şur dibêje; “Ne mimkûne ku proseya çareseriyê di navbera İmrali, Qendîl û navbeynkariya HDPê de birêve biçe. Di vê proseyê de ev ne mimkûn e. Li gorî min piştî zelalbûna hêzên li Rojava ango guhertina hêzên li Rojava wê prose berdewam bike.”
Akademisyen Ozgur Muftuoğlu di wê baweriyê de ye ku wê prose ji nû ve destpê bike û beşdarbûna hemû gelên li Tirkiyeyê bo proseya gotûbêjkirinê û xwedî derketina li aştiyê girîng dibîne:
Muftuoglu jî dibêje; “Mafê hevwelatîbûna wekhev tenê ne derdê Kurdan e. Ev yek bo hemû welatiyên Tirkiyeyê derd e. Bo vê yekê divê rê û rêbazên wiha werin peydakirin ku her kes xwedî li vê yekê derkeve .”
Akademisyen dibêjin herçiqas navê proseyê were guhertin jî tu kes nizane ku ew dê ji nû ve baweriya bi proseyê çawa pêk were û berdewamkirina proseya çareseriyê jî bi helwêsta parlamentoyê ya bo guhertina destûrê ve girê didin.
Basnews
