Nêçîrvan Barzanî: Ji bona binbirkirina şideta li djî jinan xebatên me berdewan dibin
Teksta axaftina Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di merasima ragehandina kampaniyaya binbirkirina şideta li dijî jinan li herêma Kurdistanê:
Mêvanên birêz, amadebûyên ezîz
Bi xêr bên bo merasima ragehandina kampaniyaya niştimanî ya îsal ji bo binbirkirina şideta li dijî jinan li herêma Kurdistan.
Îsal heştemîn sale em li herêma Kurdistanê kampaniyaya niştimanî radigehînin. Heştemîn sale digel hikûmet û rêxistinên civaka medenî li sertaserî cîhanê, car din em tekîdê li ser îradeya xwe ya siyasî ya ji bona nehêlana şideta li dijî jinan û kar û çalakiyên xwe çirtir dikin.
Îsl, ez bi pêdvî dizanim, aqarek berfirehtir ji bo nirxandin û gotûbêjan amade bikin, piştî serhildanê, tevî komeke destkeftî û karên giring di warê siyasî û qanûnî de, tevî hindek pêşveçûnên ber bi çav, em dibînin ku şideta li dijî jinan bi dawî nehatiye û berdewam e. Ji ber hindê tevî destnîşankirina pêşveçûnan, divê gotûbêjan li ser kelem û astegiyan ku li pêşiya binbirkirina şidetê li herêma Kurdistanê rêgirin gotûbêj bikin.
Her ji destpêka karên xwe, me ev pirs li serê acêndeya karên xwe dana û bi bawerî ji wê acendayê re kar kiriye. Çunkî baweriya me eve ku dabînkirina emniyet, wekhevî û edaletê baştirîn derîne ber bi Kurdistaneke azad û aram ji bo tev welatiyan li herêma Kurdistanê. Her li gor vê baweriyê, bi rawêjkarî û guhdarîkirina pispor, çalakvan, parêzvanên wekhevî û mafê mirovî, ji bo reformên siyasî me kar kiriye û stratejiya xwe danaye.
Di warê siyasî jî de, herwek hûn dizanin, di dawiya salên 90î de heta niha komeke made û her du qanûnên sizayên Îraqî û qanûna barê kesatî guhertine û çend qanûnên modern û şaristanî derxistine.
Nuha li herêma Kurdistanê kuştina jinan, jiber her hêcetekê be bila bibe, weke hemû kuştineke din miamile pê re tê kirin, ne li gor wan madeyên qanûna sizayên îraqî, ku tawanbarên bi kuştina jinan bi hukmê (sivik) siza didin. Herwesa pirjinî li herêma Kurdistanê bi qanûnan heta dereceyeke bilind tixûbdar kiriye.
Qanûna jimare 8 a berhingarbûna şideta nava malbatê a sala 201ê ji bona dabînkirina wekhevî û edaleta civakî pêngaveke din bû. Herwesa berî wê qanûnê jî, parlamentoya Kurdistanê qanûna jimare 6 a sala 2008ê derkiribû ku, ew qanûn taybete bi bikaranîna alavên peywendîkirinê, Mobil û Internet. Ev qanûn pêngaveke modern bû ji bo parastina jinan ji gef û şerpêfirotin û tevgerên kesên bedkar bi rêya teknolojiya modern, bi rêya Mobîl û Internetê, ji bo pîskirina nav û navdengiya jinan ku, gelek caran dibû sedema şidetê û îsolekirinê û heta kuştinê jî qewimiye.
Ev hemû li ser asta qanûnî de encam dane. Em dizanin li ser asta cîbicîkirina qanûnan weke pêwîst kar nehatiye kirin. Em li ser vê yekê haydar in û ji bona baştirkirina mekanîzim û pirosesa cîbicîkirina qanûnan em di nava xebatên berdewam de ne. Ez kêxweş im ku li vir îşaretê bi xebat û tekoşîna komeke jinên çalak û xemxor û biîmkan bidim ku tev ew qanûn di berçavan re derbas kirine, nirxandine û ka li kuderê kêmasî hebûne, made û qanûnên alternatîv jê re amadekirine û weke name ji me re şandine û em jî dê karî li ser bikin.
Gelek sipasiya wan xanimên birêz dikim û serferaz dibim ku dibînim bi hev re bi rawêjkarî û diyalog û karê medenî, hewila baştirkirina rewşa welat û hevwelatiyan li herêma Kurdistanê didin. Em karî li ser wê pirojeyê dikin û bicîanîna armancên we yên birêz, em weke bicîanîna armancên xwe dizanin.
Di warê siyasî û stratîjîk de, karên me îspat dikin ku, em her ji destpêkê bi piraktîkî û bi awayekî sîstematîk me kar li ser vê pirsa giring a civakê kiriye. Damezrandina rêvebiriya berhingarbûna şideta li dijî jinan, damezrandina gelek senterên hewandina jinên di bin gefan de ne û damezrandina civata balaya karûbarên xaniman û borda çavdêriya mafê jinan, gavên piraktîkî yên hikûmeta herêma Kurdistanê bûn ji bo bisazîkirina pirsa jinan, bi armanca hindê ku şideta li dijî jinan bê binbirkirin û çakirina rewşa civakê zêdetir baş bike.
Piştî me kar û stratejîka xwe di berçavan re derbas kirî, kêfxweş bûn ku min dît ji bo em bigihin armancaên xwe, ew sazî rojane karên pêwîst û giring encam didin. Li vir ez naxwazim behsa yek bi yek kar û destkeftiyan bikim, ev wezîfeya me ye, weke hikûmeta herêma Kurdistanê ku xizmeta hevwelatiyên xwe bike û her dera şidet û needalet hebe, ji bo binbirikirina wê bixebite.
Herwek min gotî, piştî şopandina rewşê, ez dibînim li hindeke deveran şidet kêm bûye, lê bi dawî nehatiye. Li vir ez bi pêdvî dizanim behsa wan kelem û tehedayan bikim ku rêgirbûn em armancîn xwe bi timamî pêkbînin û şidetê li nav malbatê û li hember jinan binbir bikin yan kêm bikin. Diyare ev jî bi wê armancê ye daku di van 16 rojên taybet bi kampaniyaya berhingarbûna şideta li dijî jinan dem û ji bona çareseriyek minasibtir, gotûbêj û karê hevbeş baştir bikin.
Her ji dema destpêkirinê, kelem û astengî li pêşiya karên me li ser vê pirsa cewherî hebûn. Geşkirina bîrûbaweriyên şideta olî û grûpên terorîstî ku hertim li hember xebatên pêşkeftinxwazan radiwestin, tehedaya serke bû li pêşiya karên me.
Hatina DAÎŞ û êrîşên wê bo ser axa Kurdistanê, dagîrkirina Şingalê û şerê li ser tixûbên me, heta derceyeke mezin rewş ber bi alozî û şidetê bir. Bi xweşhalî ve, Kurdistan îro mezintirîn hêza berhingarbûn û şerê li dijî DAÎŞê; li Şingal, Kobanî, Gwêr, Mexmur, Tozxurmatu û hemû deverên din yên Kurdistanê serkeftine, serkeftina me jî li parastina axa Kurdistanê û rizgarkirina Şingalê, serkeftina hêzên pêşkeftinxwaz e bi ser cehil û terorîzmê de.
Lê diyare DAÎŞ her ew cîhadiyên çekdarên terorîstên şidetxwaz nînin ku, bi çek rûbirûyê pêşmerge dibin. Ew bidzî ketine nava civakê, ne bi tenê li Kurdistanê, lê belê li welatên Rojava jî. Metirsiya mezin ew şanên veşartiyên nivistîyên DAÎŞ in ku bîrûbaweriyên şidetxwazane dij bi wekhevî û azadiya mirovî bilav dikin û mejiyê gêncan dişûn.
Tevî qedirgirtina rola mamosteyên olî li ser vê pirsê, lê ez gelek nerehet dibim dema dibînim bi navê oilî û li mizgeftan hindek kes sivkatiyê bi jinan dikin û navê çalakvanan pîs dikin. Ev ew şidete ya ku me her ji destpêkê li ser wan hişiyarî de û qanûna jimare 6 derxist û ji bo cîbicîkirinê wê digel aliyên peywendîdar me kar kir.
Lê ji bo binbirkirina hizira DAÎŞ û şidetê li herêma me divê em zêdetir kar bikin. Mamosteyên olî jî, divê daxwazê jê bikim ku, zêdetir rola xwe ya erênî û aşitîxwazane bilîz in û bi gotar û bi kiryar îdyumêm serdem zelal bikin.
Êrîşên DAÎŞ bo ser axa Kurdistanê û kirîza Suriye û Îraqê, pirsgirêke însanî ya mezin ji bo herêma Kurdistanê dirust kir, ew jî pirsgirêka koçber û penaberan e. Îro Kurdistan bûye cîyê parastina nêzîkî yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberan. Cîyê xweşhaliyê ye ku me karî miamileyeke însanî ya baş digel vê dosyeyê bikin, wan bihewînin û xizmetgozariyên lazim jê re dabîn bikin, lê diyare vê yekê zixteke mezin li ser rewşa herêma Kurdistanê di warê êkonomî, civakî û siyasî de dirust kiriye.
Jin û buhayên mirovî hertim qurbaniyên sereke yên ceng û armanca wan destek û grûpan bûn. Xûşk û daykên me yên êzidî zerermendên mezin yên destê DAÎŞê û bîrûbaweriyên terorê bûn. Herçiqas pêşmergeyên me yên mêrxas karîn Şingalê rizgar bikin ku, ev serkeftineke mezin bû ji bo desthilat û hêzên Kudistanê, lê em dizanin derdeserî û azar û îşkenceya xûşk û daykên me yên êzidî, bi rizgarkirina Şingalê bi dawî nayê û divê em karên mezin, bi mezinatiya wê terajediya kurdên êzidî rastî hatine, kar bikin.
Li vir ez dixwazim we dilrehet bikim ku, em li hikûmeta herêma Kurdistanê li ser kar û xizmetên, her ji destpêkê ji bo azadkirina keç û jinên êzidî û dabînkirina çareser û xizmetgozarî ji bo tev koçber û penaberan, me kirine, berdewam dibin. Her di vê rewşa nazik de, birîna budceya herêma Kurdistanê bi biryareke şexsî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve ji destpêka sala 2014ê ve, hevwelatiyên herêma Kurdistanê ji miaş û jiyara jiyanê bê par kirin. Me gelek hewil da em vê rewşê bi danûstandin çareser bikin. Niha jî her dê berdewam bin, lê belê divê xelkê Kurdistanê bizane ku ev pirgirêkek mezine ji bo herêma Kurdistanê û hevwelatiyên me yên ezîz dirust kiriye.
Arîşe û aloziyên navxweyî jî, tesîreke negetîv hebû û em dê bi her awayî lêbixebitin ku aşitî û asayîşa Kurdistanê biparêzin û bi yekgirtî û tebayî kar bikin. Baweriya me eve ku divê di warê berhingarbûna şidetê de, hemû cudahiyên hizbî û siyasî bidin aliyekî û bi bawerî û bi îradeyeke mokim, bi hev re kar bikin. Çunkî herwke li destpêkê min gotî, ev pirs bi tenê ne pirsa jinan e, lê belê pirsa hemû civakê ye û aşitî û asayîşa Kurdistanê bi aşitî û asayîşa derunî û navmal û malbatê ve girêdayî ye.
Ji her tiştî giringtir, di warê karkirin li ser vê pirsa hesas de, divê em bawerî û hizirûbîrên xwe yên şexsî bidin aliyekî û bi bername û karên hikûmetê weke wezîfe bi cî bikin. Kampaniyaya îsal hevdeme digel bîstemîn salyada ragehandina (Pekîn û Pilatforma kar) ku pêşkeftîtirîn nexşerêya navdewletî ye ber bi dabînkirina wekheviya zayînde yê. Divê em ber bi rûyê cîhanê ve vekirî bin û bi mekanîzmên nû kar bikin şareza û pisporên zêdetir peyda bikin, daku em bikaribin li gor wê nexşerêyê, weke welatên pêşkeftiyên cîhanê, ber bi aşitî, aramî û edaletê gavan pavêjin.
Di demkê de ku, em bi bawerî kar li ser pirsa jinan dikin û îradeya siyasî li ser hemû astan biger xistine, careke din jî bi pêwîstî dizanim dupat bikim ku, ev pirs, pirsek piralî û firerehende û ji bo serxistina van xebatan, daxwaza kar, hevkarî û piştgiriya zêdetir ji tev çîn û kategoriyên civakê dikim, bi rêxistinên nehikûmî û saziyên ragehandin û ser hemûyan re, maosteyên olî yên birêz û rêxistinên navdewletî jî.
Ev kampaniyaya me ya îsal, weke salên borî dê du heftiyan berdewam bike, lê nabe em li vir rawestin, divê rojane û bi awayekî sîstematîk kar li ser vê pirsa giring bikin ji bo binbirkirina şidetê li nav civakê li dijî jinan, bi hemû curan ve.
Careke din sipasiya we dikim ji bo sazdana vê kampaniyayê û hêvîya serkeftin û serferaziyê ji we re dixwazim.
Gelek sipas
26.11.2015
