• Thursday, 19 February 2026
logo

Rûsya: Me li konvoya aliyariya însanî nedaye

Gulan Media November 27, 2015 Nûçe
Rûsya: Me li konvoya aliyariya însanî nedaye

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku, Rûsyayê li konvoya alikariya mirovî nedaye û tu pêwendiya wan bi vê mijarê ve nîne.

Beriya du rojan li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê, li navçeya Ezazê firokeyên şer li kamyonên alîkariyê dabû û di encam de 20 kamyon şewitîbûn û 7 kes hatibûne kuştin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn derbarê mijarê de daxuyand ku eleqeya wan bi lêdana kamyonan ve tuneye, lê hinek şik hene ku di karwanê de alîkariya mirovî nebûye.

Pûtîn got: ‘’ Ji ber ku di wê saetê de tu berpirsyarên alikariya konvoyî li cihê bûyerê tunebûn. Heke li wir bi rastî alikariyeke însanî hebûna li gorî hiqûqa navneteweyî di konvoyê de çi heye? ji ku re diçe? divê Peyman bihata çêkirin. Heke ev nehatibin kirin mafê me heye ku em ji vê konvoyê şikan bikin. Û ev jî îspata ku bi terorîstan re hevkarî tê kirin e.’’

Ji aliye din ve Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Fermandar İgor Konaşenkov derbarê êrişa konvoyê de axivî û got, li ser konvoya ku alikariya mirovî dikişand tu remz û sembol tunebûn. Ev konvoy ji milîtanên Helebê re çek dibirin û ji vê konvoyê re nebêjin ‘konvoya alikariya însanî'.

Basnews
Top