Wezîrê Bergirî yê Iraqê sozekê dide Pêşmergeyan
Wezîrê Bergirî yê Iraqê, Xalid Obêdî soz dide ku ew dê pêşniyara pirçekkirina Pêşmergeyên Êzdî bixe ber destê hikûmeta Iraqê.
Xalid Obêdî îro, 27ê Mijdarê serdana Şingalê kiribû û ligel Hêzên Pêşmerge civiya bû.
Obêdî soz da ku, dema ew vegere Bexdayê, dê pêşniyara pirçekkirina Pêşmergeyên Êzdî pêşkeşî Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî bike.
Derbarê rizgaekirina Mşûsilê de jî got ku, ew operasyon gelek nêzîk bûye.
Şingal roja 13ê Mijdarê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatibû rizgarkirin.
K24
