Siyasetvanê rûs: Bi atomê li Stenbolê bixin
Piştî xistina balafira şer a Rûsya ya ji curê SU-24 ji aliyê Tirkiyê ve, bertekên tund ên berpirs û siyasetvanên Rûsya li hember Tirkiyê dijwartir dibin.
Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vladimir Jirinovski di daxuyaniyeke ligel radyo ya Mosokowê de bi tundî êrişî Tirkiyê kir û daxwaz ji rayedarên Moskowê kir, bi çekên atomî bersiva Enqerê bidin.
Vladimir Jirinovski ji radoy ya Moskowê re wiha got:
“Ji me re nehêlana Stenbolê ne karekî zehmet e. Em tenê bombeyekê atomê bavêjin kendava Bogaziyê, bi rabûna tsunamiyek 15 metrî bajarê 9 milyonî yê Stenbolê dê bi erê re bibe ye.”
Roja sêşemî 24ê Mijdarê, Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê baalfireke şer a Rûsya ji curê SU-24 xist xwarê.
Tirkiyê ragihand, ku ew balafira rûsî sînorê Tirkiyê derbas kiribû û çend caran hişyarî wergirtibû, lê belê ji ber ku guh nedabû hişyariyan, ji aliyê balafirên F 16 ên Tirkiyê ve hat xistin.
Rûsya wê îdiaya Tirkiyê red dike û dibêje, balafira wan di nav axa Sûriyê de bûye û her li wir rastî êrişa roketan hatiye.
Piştî wê bûyerê têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiye gellek aloz bûne û Serokê Rûsya Vladimir Putin jî ragihand, ku hevkarên terorîstan ji pişt ve xencer li Rûsyayê dan.
Putin daxwaz kiriye, Tirkiye daxwaza lêborînê bike û tezmînatê bide Moskowê, lê Tirkiye ew yek red kiriye.
Rudaaw
