‘Birîtanya Iraqê parçe dike’
Alîkarê Serokwezîrê berê yê Iraqê Beha El-Eirecî di daxuyaniyeke rojnamevanî de li hember gotinên Serokwezîrê Birîtanya David Cameron ên derbarê Hêza Pêşmerge de berteke tund nîşan da.
Beha El-Eirecî got: “Axavtina Serokwezîrê Birîtanya ya li parlamentoyê, hêzên pêşmerge jî her wek hêzên Birîtanya li ser erdê şerê terorê dikin, karekî nebaş û redkirî ye.”
El-Eirecî herwiha got, yasayên navdewletî wê yekê ferz dikin ku pêwîst e her alîkarî û piştgîriyeke leşkerî, ji aliyê her welatekî ve be, “bi rêya hikûmeta rewa ya welat be”, nek ew yek bê binpêkirin.
Alîkarê Serokweîzrê berê yê Iraqê tekez jî kir, daxuyaniya Cameron bi qasî ku hewldan bo piştgîriya siyaseta parçekirina Iraqê bû, ne ewqas ji bo piştgîriya kurdan bû.
Beha El-Eirecî destnîşan kir, ku pêwîste him rayedarên kurd û him jî rayedarên Iraqê daxuyanyên wisa bi tundî red bikin û da zanîn, ku daxuyaniyên bi vî awayî tenê di xizmeta berjewendiyên dijminên hevbeş ên hemû iraqiyan de ne.
El-Eirecî daxwaz ji hikûmet û parlamentoya Iraqê jî kir, li hember gotinên Cameron helwesta xwe nîşan bidin û destwerdanên wisa di karûbarên navxweyî yên Iraqê de û binpêkirina serweriya Iraqê bi tundî şermezar bikin û rê li wê yekê bigrin.
Serokwezîrê Birîtanya David Cameron duh pêncşemî 26ê Mijdarê di parlamentoya wî welatî de gotibû, hêzên pêşmerge, hêzên me yên bejayî yên li Iraqê ne û tekez kiribû, ku pêwîst e di şerê li dijî DAIŞê de piştgîriya wan were kirin.
Rudaw
