• Thursday, 19 February 2026
logo

Cebar Yawir:Pilana azad kirina derdora Şingalê amadeye

Gulan Media November 26, 2015 Nûçe
Cebar Yawir:Pilana azad kirina derdora Şingalê amadeye

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, heta niha ji sedî 20 ji bajarokê Şingalê hîn dibin kontrola DAIŞê de ye.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêmerge Cebar Yawir ji ajansa (anadol) ya Tirkiyê re ragehand ku, heta niha çekdarên DAIŞê bi sedema toparan kirina navenda bajarokê Şingalê metrisiyê li Şingalê çêdikin, eşkere jî kir ku heta niha ji sedî 20 li dervî bajarokê Şingalê yê rojavayî Mûsilê di bin kontrola çekdarên DAIŞê deye.

Herwiha navborî tekez kir ku, hemû riyên ku diçin Şingalê ewle û parastîne, lêbelê çekdarên DAIŞê ne gelekî ji bajarê Şingalê dûrin, bi tenê 15 km dûrin, lewma dikarin di riya havêtina rokêtan hîna metrsî li ser Şingalê heye û got: “Heta niha 4 komelgehên Kurdên Êzidî netine rizgar kirin ku dikin rêjeya 20% ji rûberê Şingalê, lêbelê pilan heye ku navçeya Şingalê bi temamî were rizgar kirin.”

Roja 12 û 13 Midarê Pêşmergeyên Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêm aKurdistanê Mesûd Barzanî, operasyona Şingalê destpê kirin piştî 24 seetan Şingalê bi temamî ji bi kontirol kirina DAIŞê hate rizgar kirin.


Basnews
Top