• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan bersiva Putin da: Xwelî li seriyan!

Gulan Media November 26, 2015 Nûçe
Erdogan bersiva Putin da: Xwelî li seriyan!
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erodgan bersivan gotinên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ên “Tirkiye ligel DAIŞê bazirganiya neftê dike û di destê me de belge hene” da. Erdogan derbarê wan gotinên Putin de got, "Vê carê dibêjin ku 'Tirkiye ji DAIŞê neftê distîne.' Kesên rayedar van dibêjin. Gelek şerm e, xwelî li seriyan.”


Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erogan li Koşka Serokomariyê 15mîn car bi mixtaran re civiya û pêşveçûnên wê dawiyê nirxand.

Erdogan di gotara xwe ya ligel Mixtaran de îdea kir ku DAIŞ nefta ku derdixe, difiroşe Serokê Sûriyê Beşar Esed û wiha domand:

“Biçin bi Esedê ku hûn piştgiriya wî dikin qala van bikin. Difiroşe wê derê. Pere ji wir distîne, çavkaniyên pere jî jixwe diyar e. Me nedixwest ku em bên vê astê.”

Erdogan anî ziman di warê çek û fînansê de Esed û ew welatên hevalbendên Esed in piştgiriya DAIŞê dike û got: “Kesên ku dijbereyê dike armanca xwe ku dijbere ji aliyê 120 welatî va wekî nûnerê rasteqîn ê gelê Sûriyeyê tên dîtin, rasterast piştgiriyê didin DAIŞê."

Serokomarê Tirkiyeyê amaje kir ku cihên ku Tirkiyeyê jê neft û gaze distîne eşkere ne û wiha pê de çû:

“Vê carê dibêjin ku 'Tirkiye ji DAIŞê neftê distîne.' Kesên rayedar van dibêjin. Gelek şerm e, xwelî li seriyan. Cihêb ku Tirkiye jê neft û gaze distîne, eşkere ne. Em di vê mijarê da herî zêde gaze ji Rûsyayê dikin. Di dereceya duyemîn da em ji Îranê dikin. Yên ku îdia dikin wekî em ji DAIŞê neftê distînin, mecbûr in ku vê îdiaya xwe îspat bikin."

Rudaw
Top