Piştî 14 rojan qedexeya li Nisêbînê hat rakirin
Qeymeqamiya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ragihand ku îro ji saet 08.00ê û pê de qedexeya derketina derve hatiye rakirin. Qedexeya li navçeyê 14 rojan berdewam kir. Di pevçûnan de 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û ji 20 kesan zêdtir jî birîndar bûn.
Di 13ê vê mehê de qeymeqamiya navçeyê ragihand ku ji ber xendek û astengên di nava kolanên li 15 taxan de bên rakirin hêzên ewlehiyê operasyonek dabûn destpêkirin. Operasyonan 14 rojan berdewam kir.
Xelkê sivîl ji ber qedexe û pevçûnan bi rojan di malên xwe de dorgirtî man û gelek pirsgirêkên wan ên wek elektrîk, av, înternet û telefonê hebûn. Piştî ku qedexe rabu hemwelatî herikîn kolanan. Di pevçûnan de bi sedan xanî bûn armanca guleyan û kavil bûn. Ji hêla din ve hêzên ewlehiyê ji nava bajêr derketin û xwe dan aliyekî derve.
Cenazeyên 4 kesên sivîl yên ku di pevçûnan de hatine kuştin hê jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ne. Tê çaverêkirin ku cenaze îro bêne defin kirin. Ji hêla din ve li navçeya Dêrîka Mêrdînê jî heta daxuyaniyeke din derketina derve ji aliyê qeymeqamiyê ve hat ragihandin.
K24
