PDK: Çênabe ti heêzek li Herêma Kurdistanê bê rezamendiya Barzanî were ava kirin
Berpirsê Liqê 17 ê Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Wehîd Bakozî ragehad: nabe ti hêzêek li Herêma Kurdistanê bê rezmendiya Serokê Herêma Kurdistanê were ava kirin.
Wehîd Bakozî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand: “Hinek hêz piştî azad kirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi serperiştiya Serikê Herêm aKurdistanê Mesûd Barzanî, hatine nav Şingalê û ne amadene derkevin dervî Şingalê, diyare karên ku ew dikin, dixwazin xwe li ser xelkê Şingalê ferz bikin, ev yek jî ji ti aliyan nayê qebûl kirin, divê dezgehên hikûmetê bi hemû şêweyî li hikûmetê vegerin, jibe rev dezgehên mîrî ne û divê bizûtirîn dem bo hikûmetê vegerin. Jibo dest bikarên xwe bikin, jiber Şingalê piştî dagirî kirina wê ji aliyê DAIŞê ve haitye wêran kirin û divê bizûtirîn dem ew dezgeh vegerin ser karê xwe, jibo Şingalê ji nûve ava bikin.”
Herwiha navborî got: “Ev demeke hindek alî hewlên xwe didin ku hêzekê ser bi Heşda Şeibî li Şingalê ava bikin, lê belê wek Herêma Kurdistanê em vê yekê wek sîstemekî Caşayetî dizanin.”
Wehîd Bakozî got jî: “Her aliyek bixwaze bergiriyê li axa Kurdistanê bike, Wezareta Pêşmerge heye, her hêzek bê rezamendiya Serokê Herêma Kurdistanê durust bibe, em wê hêzê ne rewa dibînin, û divê neyê nav axa Kurdistanê.”
Basnews
