YPG: Tirkiyê 10 saetan cihên me topbaran kir
Navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand, êrişên Artêşa Tirkiyê li dijî şervanên wan berdewam in.
YPGê da xuyakirin, ji duh saet 10ê şevê ve heta saet 5ê sibeha îro, hêzên Tirkiyê xaleke YPGê li rojavayê Girê Spî topbaran kirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, duh bi şev çekdarên DAIŞê jî êrîşî gundê Qereqozax li rojavayê başûrê Kobanî kirin û roja berê jî, çekdarên DAIŞê gundê Zormixar a li rojavayê Kobanî topbaran kirin.
YPG herwiha dibêje ku duh bi şev 2 helîkopter jî li asmanê herêma Aliyan, li Rimêlan difiriyan û got ku ew hişyariyan ji van reftaran dide.
YPGê dibêje ku ji 24ê meha borî ve Artêşa Tirkiyê bi awayekî rasterast êrîşî hêzên wan dike.
Rudaw
