Hejmarek leşkerên Amerîkî gehitine Rojavayê Kurdistanê
Hate gotin ku hejmarek rawêjkarên leşkerî yên Amerîkayê, ji bo perwerde, pişkînîn û hemahengiyê gehiştine Qamişlo.
Bi piştevaniya Amerîkayê, li Rojavayê Kurdistanê hêzek hevbeş ê Kurd û Ereban ya bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye avakirin.
Rojnameya Qudis a Erebî ragehand ku lijneya opozîsyona Sûriyê diyar kiriye ku hejmarek ji wan 50 rawêjkarên leşkerî yên Amerîkayê ku biyare perwerde bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk, gehiştine Qamişlo.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dema derbasbûyî de bi beşdarbûna YPG’ê li başûrê Hesekê, qadek fireh ji bin dagirkeriya DAIŞê rizgar kir.
Basnews
