Serok Barzanî: Pêşmergeyên Rojava qehreman in
Serok Barzanî li gel heyeteke ENKS civiya.
Îro li Selahedînê, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.
Di hevdîtinê de, şanda ENKSê serkeftinên Hêzên Pêşmerge û kontrol kirina Şingalê li Sero Barzanî pîroz kirin û rêz û hurmeta wan ji qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re hebû.
Herwiha heyeta ENKSê spasiya xemxwirî û bihewarçûna Barzanî bo doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz kir ku li navendên cîhanê piştevanê doza Kurd li Rojava be.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Kurdistanê spasiya şanda mêvan kir û behsa hûrgiliyên operasyona rizgarkirina Şingalê kir û rê û hurmeta wî ji bo rol û qehremaniya Pêşmergeyên Rojava di şerê li dijî DIŞIê de.
Barzanî herwiha ji heyeta ENKSê re ragihand: “Heta niha tişta ku ji destê me hatibe bo alîkariya doza rewa ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê me kiriye û di pêşerojê de jî, dîsa wek berê emê li ser piştgiriya xwe bo Rojavayê de jî berdewam bin.”
Herwiha di wê hevdîtinê de, şanda mêvan ji Barzanî re behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên dawî û ewlehî yên Sûriyê kir.
Di dawiya hevdîtinê de, gotûbêj hat kirin li ser rewşa siyasî ya navçeyê û pêşeroja Sûriyê û riyên çareserkirina krîza Sûriyê bi berçavgirtina mavê hemû pêkhateyan di nava sîstema demokrasî û federalî.
