Îran dest bi pêk anîna plana hişk kirina çemê Sîrwanê kir
Eve du roj in ava Sîrwanê bi rêjeyek diyar kêm bûye û berpirsên parêzgeha Helepçeyê jî dibêjin wê ev rewş bandorek neyînî li Herêma Kurdistanê bike.
Dewlet Îranê li nêzîk gundên Daryan û Wirra li bajarê Pawe ya ser bi Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, , bendavek bi navê ‘’Daryan’’ li ser çemê Sîrwanê ava dike.
Projeya bendavê di sala 2010’ê de destpê kir. Bendav 155 mêtro ye û jiber vê projeyê kaniya dîrokî ya herêmê ‘’Kanî Belawe û gelek cihên dîrokî jî di bin navê de tên hiştin. Gelek hektar zevî û bostanên xelkê Hewramana Rojhilatê Kurdistanê jî dikevin bin metirsiyê.
Bi vî projeyê ava Sîrwanê tê birîn û ava bendavê jî bi rêya kanalên cûda li ser navçe û herêmên din tê belavkirin.
Derbarê mijarê de Cîgirê Parêzgarê Helepçê Kawa Şêx Elî bo BasNews ragehand ku eve du roj in Îranê ava Sîrwanê qut kiriye û wiha got: ‘’Wê ev yek bandore li ser navçeyên Başûrê Iraqê û Germiyanê bike. Herwiha wê bandore li Bendava Derbendixan a li nav sînorên Helepçe jî bike.’’
Elî diyar kir ku derbarê mijarê de berî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar kirine û lijneyek taybetjî hatiye avakirin.
Basnews
