Li Nisêbînê dêr û mizgeft hatin bombe kirin
Artêşa Tirkiyeyê li Nisêbînê êrîşên xwe didomîne.
Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyan Yûhanna Aktaş der barê mijarê de eşkere kir ku êrîşa li hemberî cihên pîroz ên civaka Suryanî wê rastî nerazîbûneke mezin were û got, "Agahî gihaşt ber destê me ku Dêra Mor Yakûp hatiye bombekirin.
Civata Suryaniyan a li derveyî welat li me geriya û xwest der barê mijarê de agahiyan em bidin wan. Êrîşeke bi vî rengî wê weke êrîşek li hemberî tevahiya civata Suryaniyan were qebûlkirin. Ev yek wê rê li ber nerazîbûneke mezin veke. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Em niha ji Mîdyatê ketine ser rêya Nisêbînê.
Der barê mijarê de em ê bi meqamên fermî re hevdîtinan bikin. Bi tenê armanceke bi tenê ya êrîşa li hemberî dêrê heye; tepisandina Suryaniyên li Mezopotamyayê. Ev 13 roj in gelê Kurd dorpêç kirine û dixwazin Suryaniyên ku bi tenê çend kes mane, bi temamî ji cih û warên wan derxînin. Di dema dawî de ji bo vegera Suryaniyan li xaka xwe Mezopotamyayê, xebateke berfireh hebû, lê bi vê yekê re veger wê nepêkan be. Weke ku tê zanîn Dêra Mor Yakûp, weke dêra destpêkê ya cîhanê tê naskirin. Lewma bombekirina cihekî ewçend dîrokî û pîroz, xwekuştin e."
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan da xuyakirin, ku dêra li Nisêbînê hatiye bombekirin û anî ziman ku destûr ji wan re nayê dayîn ew biçin cihê bûyerê. Aslan got, "Tê gotin ku mizgefta li cem Dêra Mor Yakûp jî hatiye bombekirin. Ev helwesta dewletê, ji bo xalîkirina herêmê ji mirovan e."
Aslan bal kişand ser rewşa dawî ya li Nisêbînê û got, "Gel wê îro bi awayekî topyekûn biherike kolanan. Ji ber ku pitik bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ne. Mirovên 13 roj in li malên xwe tên ragirtin dibêjin; eger em ê bimirin, bila bi rûmetî be. Em ê qebûl nekin ku li mala xwe ji nêza bimirin. Ji ber vê yekê gelê Nisêbînê wê îro têkoşîna mirin-
mayînê bimeşîne. Hemû depoyên avê yên li ser banê xaniyan ji aliyê polîsan ve tên teqandin. Ya ku Yezîd li Hz. Huseyîn kir, li Nisêbînê jî dewlet li Kurdan dike. Dixwaze mirovan ji tîna bikuje."
