Barzanî bo kontrolkirina Mûsilê merc danî
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, îro sêşemî 24ê Mijdarê Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Selahdîn a girêdayî Hewlêrê ligel şandeke parlamneterên Birîtanya yên ji Komisiyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Birîtanya bi serokatiya parlamenter Nedîm Zehawî civiya.
Li gor daxuyaniyê, ligel şanda parlamenterên birîtanî, hejmarek diplomat û pisporên birîtanî jî di civînê de amade bûn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Mesûd Barzanî di civînê de derbarê kontrolkirina Mûsilê de gotiye: “Pêwîst e hizir li qonaxa piştî şikestina yekcarî ya terorîstan were kirin. Bi taybet berî ku Mûsil were rizgarkirin, pêwîst e rêkevtinek hemû alî hebe ku têde mafê hemû pêkhateyan parastî be û careke din ti pêkhateyek rastî karesatan nebe.”
Derbarê rizgarkirina Şingalê de jî Barzanî da xuyakirin: “Rizgarkirina Şingalê ji gelê Kurdistanê re wateyek sembolîk û mezin hebû û ji DAIŞê re jî şikestinek mezin û bibandor bû.”
Li gor daxuyaniyê, Barzanî tekez kir, serkevtina li Şingalê bi şiyan û qurbanîdana pêşmerge û piştevaniya hevpeyamanan bi dest hat.
Barzanî herwiha di vê civîbê de daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku di şerê li dijî terorê de bi awayeke cidîtir tevbigere û ragihand, pêwîst e hemû cîhana azad li dijî terorê di çeperekê de bin.
Serokê Şandeya Palramentoya Birîtanya Nedîm Zehawî jî di civînê de bi helkevta serkevtinên hêzên pêşmerge û serkevtina operasyona rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê pîrozbayî li Barzanî kir û amaje bi wê çendê kir: “Cîhan bi çavê rêz ve berê xwe dide qehremanî û qurbanîdana Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê.”
Rudaw
