Obama: Mafê Tirkiyeyê heye xwe biparêze!
Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokwezîrê Fransayê François Hollande li Koşka Spî civiyan. Piştî civînê Obama û Hollande daxuyaniyek dan.
Barack Obama amaje kir ku Rûsya êrişên xwe yên asmanî li dijî DAIŞê pêk bîne dê li herêmê roleke baştir bide nîşandam û derbarê derbarê xistina balafira şer a Rûsya li ser sînorê Sûriyê ji aliyêTirkiyê ve de jî wiha got: “Mafê Tirkiyeyê heye ku qada asmanî ya xwe biparêze.”
Herwiha Obama da zanîn ew dê di rojên pêş de hevdîtineke ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pêk bîne.
Rudaw
