• Thursday, 19 February 2026
logo

Kremlin: Bê bersiv namîne!

Gulan Media November 24, 2015 Nûçe
Kremlin: Bê bersiv namîne!
Berdevkê Koşka Kremlin Koşka Serokatiya Rûsayê Dmitri Peskov derbarê bûyera xistina balafira rûsî ji aliyê Tirkiyê ve got: Ji bo vê pêngava nedostane, dane bersivekê pêwîst e.

Dmitri Peskov li paytextê Rûsyayê bajarê Moskowê di konfranseke çapemeniyê de derbarê xistina balafira şer a rûsî ji aliyê Tirkiyê ve axivî. Dimitri Peskov ragihand, rawestandina geştên esmanî yên di navbera Rûsya û Tirkiyê nabe mijara gotûbêjan.

Peskov hêrsbûna xwe li hember xistina balafira rûsî ji aliyê Tirkiyê ve anî ziman û got, ku ji ber wê bûyerê xeyalên wî şikestine. Psekov tekez kir, Tirkiyeyê ti belege û zanyarî nîn e ku balafira şer a Rûsya sînorê emsanî yê Tirkiyeyê binpê kiribe.

Peskov da xuyakirin, ku ew hizir li rawestandina geştên esmanî, şandina gaza xwezayî û yan bersivdanek leşekrî nakin.

Berdevkê Krmelinê herwiha got: “Ji bo vê pêngava nedostane, dane bersivekê pêwîst e.”

Dimitri Peskov derbarê çarenivîsa pîlotên rûs de jî destnîşan kir, ku ti agahî derbarê çarenivîsan wan de nîne, lê tekez kir, ku ew piştrastin balafira rûsî di nav axa Sûriyê de ketiye.

Rûsya ban li NATOyê kir

Peskov herwiha bang li NATOyê kir, rê li provokasyonên Tirkiyê bigre û bersivek di cihê xwe bide wî welatî. Psekov wiha got: “Em li bendê ne NATO bersivekê bide van tevgerên provakatîv ên qebûlnekirî yên Tirkiyê.”

Derbarê egera rawestandina hinardekirina gaza xwezayî bo Tirkiyê ji aliyê Rûsyayê ve jî Dmitri Peskov wiha bersiv da: “Moskow rewşê bi awayeke hûr û cidî analîz dike.”

Peskov di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, Tirkiyê derbarê xistina balafira şer a rûsî li sînorê Sûriyê ti zanyarî û belge aşkere nekirine.

Derbarê serdana çaverêkirî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Rûsyayê di meha Befranbar a bê de jî Berdevkê Kremlinê tekez kir: “Di vê bareyê de ti biryarek nehatiye dan, serdan girêdayî gellek faktoran e.”

Rudaw
Top